Behsa pirsa petrol û rewşa elektirîkê hatiye kirin.
Li gor daxuyaniyeke wezareta elektirîkê îro Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Marck Strow serdana wezareta elektirîkê û petrolê kiriye û li gel rayedarên wezaretê civiyaye.
Di civînê de giftûgo li ser pirsa henarde kirina petrola Kurdistanê û rewşa elektirîkê ya li Kurdistanê de hatiye kirin û Konsulusê Amerîkayê hêvî xwestiye ku, bi hevbeşiya navbera Bexda û Hewlêrê jî proje qanûna petrol û gazê were amadekirin û ev kêşeya han were çareserkirin.
Konsulusê Amerîkî tekez li ser girîngiya mijara petrola Kurdistanê bo Amerîkayê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin