Nêçîrvan Barzanî: Dadwerî erkeke dijwar û pîroze

dibêje Lazime Dadwer serbixwe û bêalî bin.
کوردستان TV
100%

Merasîma mezûniyeta Dadweran hat organîzekirin.

Îro li Hewlêrê bi amadebûna Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî merasîma mezûniyeta gera çaran ya Dadweran hate lidarxistin.

Di merasîma han de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û rixmî pîrozbayî kirin li Dadweran tekez li ser vê yekê jî kir ku, lazime Dadwer serbixwe û bêalî bin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman ku, tevahiya hewlên xwe bo dabîn kirina serbixweyiya dadgehan didin û Dadwerî jî erkeke dijwar lê gelek pîroze.

Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de anî ziman ku, Serokatiya herêma Kurdistanê bi her awayî piştîvaniya Dadweran dike û lazime Dadwer jî piştîvan û parêzerên destûr, qanûn û sîstema giştî bin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.