Di dema girtinê de gelek eşkence li wan hatiye kirin.
Li gor çavkaniyên nûçeyan ji Ameda Bakûrê Kurdistanê, duhê artêşa Tirkiyeyê li herêma Bameydan ya li Silvana Amedê êrîşî ser malbeteke koçer ya Kurd kiriye.
Di encama êrîşa han de 5 zilamên vê malbeta koçer bi eşkence kirinê hatine girtin.
Malpera tigrishaber belav kiriye ku, ev her 5 zilamên han hatine tazîkirin û dest û lingên wan jî hatine girêdan û li ser erdê hatine dirêjkirin û leşkerên Tirk jî li wan dane û reşmala wan jî rûxandine û agir berdane cîhê reşmala (kon) wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin