Du welat pêşniyara ava kirina navendên etomî dane Siûdiyeyê.
Li gor nûçeyeke rojnameya Brîtanî Financial Times hikûmeta Siûdiyeyê dest bi amadekariyên pêwîst bo şopandin û nirxandina pêşniyarên Franse û Çînê yên bo ava kirina navendên etomî li vê welatî kiriye.
Financial Times belav kiriye ku, rayedarên Siûdî ku, xwe bo ava kirina navendên etomî amade dikin, dest bi şopandin û nirxandinên pêwîst yên li ser pêşniyarên Çîn û Franseyê yên derbarê ava kirina navendên etomî li Siûdiyeyê kirine.
Çavkaniyê ev yek tekez kiriye ku, niha Siûdiye hewl bo dûr ketin ji Amerîkayê dide û eger Siûdiye li gel Çîn li ser ava kirina navendên etomî lihev bike vê demê dûrketin û veqetîna Siûdiyeyê ji Çînê misoger dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin