Nêzî 3 hezar penaber vegeriyane.
Li gor nûçeyeke Rûsye Elyûm Komîsariyaya bilind ya taybet bi karûbarên penaberan ya ser bi Netewên Yekgirtî ragihandiye ku, penaberên Sûrî yên ku, jiber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê berê xwe dane welatên din hêdî hêdî bo Sûriyeyê vedigerin.
Di daxuyaniya Komîsariyaya bilind ya Penaberan de qala vê yekê hatiye kirin ku, di nava 7 mehên sala 2023an de herî kêm 2 hezar û 582 penaberên Sûrî yên ku, li Urdinê diman, vegeriyane welatê xwe.
Di berdewamiya raporta han de qala vê yekê hatiye kirin ku, tenê di 7 mehên sala 2023an de 20 hezar û 61 penaberên Sûrî ji welatên din weke Îraq, Libnan, Tirkiye û Misirê vegeriyane Sûriyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin