Îran du welatiyên Kurd binçav kiriye

yek ji wan li Pîranşar û evê din jî li Baneyê hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê beriya 11 rojan îtlaata rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê welatiyekî Kurd bi navê Selah Beyezîdî binçav kirine û bo cîheke nediyar veguhastine û heta niha ti zaniyarî li ser çarenivîsa wî welatiyê Kurd nehatine bidestxistin.

Ji aliyeke din ve Hengawê diyar kiriye ku, roja pêncşema derbasbûyî Îtlaata Îranê li bajarê Baneyê welatiyeke din yê Kurd bi navê Behzad Obeyidî binçav kirine û ev jî bo cîheke nediyar veguhastine û heta niha derbarê çarenivîsa wî de jî ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.