Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû y ê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê li herêma Kurdistanê birêz Mark Straw kir.
Di civînê de me jiber destbikar bûna wî weke Konsulusê welatê xwe pîrozbayî li wî kir û behsa xwesteka herêma Kurdistanê ya bo zêdetir pêşde birina têkiliyên li gel Amerîkayê kir.
Me di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên dîrokî û dostane y ên di navbera herêmê û Amerîkayê de kir û rêzdariya herêma Kurdistanê bo hevkarî û piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê diyar kir.
Konsulusê giştî yê nû yê Amerîkayê jî amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkilî û hemahengiya du alî diyar kir.
Girîngiya parastina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê, çareser kirina kêşeyên li gel hikûmeta federalî li ser esasê destûr û rêkeftinan mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin