Îraq hijmareke din ji welatiyên xwe vedigerîne

Îraq dibêje ev kempa han metirsiyeke mezine bo ser Îraqê.
کوردستان TV
100%

Hewl dide tevahiya welatiyên xwe ji kempa Hol vegerîne.

Rayedarekî wezareta derve ya Îraqê ragihandiye ku, kempa Hol yaku, têde endamên DIŞIê û kesûkarên wan girtîne, çend km ji Îraqê dûre û ev yek metirsiyeke gelek mezine bo ser ewlekariya Îraqê.

Ev rayedarê wezareta derve ya Îraqê behsa hewldanên nû yên welatê xwe yên bo vegerandina hijmareke din ji welatiyên Îraqî yên li kempa Hol kiriye û gotiye, aliyên têkildar niha mişxûlî amadekariyên pêwîstin û piştî lêkolînên ewlekarî vê hijmareke din ji welatiyên Îraqî ji kempa Hol bo Îraqê werin vegerandin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.