Ji aliyê Rûsyeyê ve li Îdlibê hatiye jinavbirin.
Li gor nûçeyeke sputnik Rûsî, duhê êwarê balefirên şer y ên Rûsyeyê Rojavayê Îdlibê bordiman kirine.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, armanca bordimana han navendên leşkerî û cebelxaneyên koma çekdar ya Nusre bûye û di encama bordimana han de navendeke mezin ya vê koma çekdar ya veşartina dronan hatiye jinavbirin.
Di encama bordimana han de yaku, bajarokê Şêx Behir ya li Rojavayê Îdlibê kiriye armanc herî kêm 5 çekdarên vê koma han jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin