Tevahiya wan penaberên Etyopiyayî ne.
Navenda mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî raportek belav kiriye û têde behsa kuştina sedan penaberên Etyopiyayî ji aliyê hêzên leşkerî yên Siûdiyeyê ve kiriye.
Di raportê de hetiye eşkere kirin ku, bi sedan penaberên Etyopiyayî yên ku, xwestine ji Yemenê derbasî Erebistanê bibin li cîheke dûr ji çavên cîhanê, ji aliyê garda sînorparêz ya Siûdiyeyê ve hatine kuştin.
Di beşeke din ya vê raportê de behsa vê yekê jî hatiye kirin ku, Siûdiye beriya niha dîsa tiştên wisa kiriye û tenê di nava çar mehên yekem yên sala 2022an de 430 kes ji aliyê garda sînorparêz ya Siûdiyeyê ve hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin