Dibêje heta niha 30 projeyên girîng cîhbicîh kirine.
Balyozê Japonê yê li Îraqê Futuchi Matsumoto di daxuyaniyeke taybet de bo çapemeniya Îraqê ragihandiye ku, Japon berdewame li ser karên xwe yên bo awedan kirina jêrxana Îraqê.
Futuchi Matsumoto ev yek diyar kiriye ku, Japon û kompaniyên Japonî di nava 20 salên derbasbûyî de li Îraqê bi giştî 30 projeyên girîng yên steratejîkî cîhbicîh kirine û niha jî 7 projeyên din di destê Japoniyan dene û di demeke nêz de ev projeyên han jî xilas dibin û dikevin xizmeta Îraqiyan.
Nav hatî qala vê yekê jî kiriye ku, Japon berdewam dibe li ser deyin dan bi Îraqê lê ev deynên han demdirêjin û faîza wan sedî 0.2 ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin