Cîgirê wezîrê navxwe yê Îranê li Hewlêrê ye.
Îro Cîgirê wezîrê navxwe yê Îranê û Serokê cîhên pîroz yên olî yên Îranê Seyid Mihemed Mîr Mihemedî ku, li gel şandeke din yê Îranî li Hewlêrê ye, îro çû serdana deriyê sînorî yê Hac Omeranê.
Nav hatî dema ji nêz ve amadekariyên hikûmeta Kurdistanê yên bo pêşwazîkirina bawermendên Îranî yên ku, dixwazin bi rêya Kurdistanê re biçin Kerbelayê, ecîbmayî ma û ragihand ku, ji dil spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê dikim, karasanî û amadekariyên gelek baş bo pêşwazîkirina bawermendên Îranî kirine.
Biryare ev şanda Îranî îro li Hewlêrê çend civîn û hevdîtin li gel rayedarên herêma Kurdistanê pêk bîne.
Weke tê zanîn hikûmeta herêma Kurdistanê xwe bo pêşwazî kirin ji 500 hezar bawermendên Îranî amade kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin