Rayedarên Îranî hev û du didirewînin

dibêje di navbera Amerîka û Îranê de rêkeftin hatiye îmzekirin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve tiştek dibêje û Peyvdarê wezaretê jî tişteke din dibêje.

Wezîrê derve yê Îranê Emîr Ebdulahiyan derbarê azad kirina dîlên Amerîkî yên li Îranê û yên Îranî li Amerîkayê ragihand ku, azad kirin û lihev veguhastina dîlan ti têkiliyeke xwe bi azad kirina pereyên bloke kirî yên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve tuneye belku, ev pêngaveke însaniye.

Piştî daxuyaniya wezîrê derve, Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî jî diyar kiriye ku, bo lihev veguhastina dîlan û azad kirina wan, di navbera Amerîka û Îranê de li ser azadkirina pereyên bloke kirî yên Îranê lihev kirine û rêkeftinek di navbera her du aliyan de heye û her du alî pêbendî naveroka vê rêkeftinê ne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.