Sûdanî li gel Fermandarên artêşa Îraqê civiya

dibêje lazime hêzên ewlekarî û leşkerî li gor destûrê tev bigerin.
کوردستان TV
100%

Gotiye Îraq pêdiviya xwe bi hêzên biyanî tuneye.

Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, duhê bişev Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî li gel hijmareke Fermandarên artêşa Îraqê civiyaye.

Di civînê de behsa rewşa ewlekarî û leşkerî li Îraqê hatiye kirin û Serokwezîrê Îraqê behsa karînên artêşa Îraqê kiriye û ragihandiye ku, niha artêşa Îraqê û Fermandarên artêşê di astekê dene ku, dikarin berevanî ji welat bikin û ewlekarî û aramiya welat biparêzin lewre niha Îraq pêdiviya xwe bi hebûna hêzên biyanî tuneye.

Sûdanî tekez li ser vê yekê kiriye ku, lazime hêzên leşkerî û ewlekarî erkên xwe bi başî li gor destûrê cîhbicîh bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.