Îraq kargeheke mezin awa dike

dibêje ev paşmayiyên han sermayeyeke nîştimaniye û lazime bo xizmeta welat were bikaranîn.
کوردستان TV
100%

Ev kargeh bo çê kirina çek û cebelxaneyane.

Serokê komîteya pîşesaziya cengî ya Îraqê Atê Hesen ragihand ku, li Îraqê gelek gilêş anjî paşmayiyên hesin hene û rojane ev paşmayiyên han zêdetir dibin lewre me biryar daye fêde ji wan paşmayiyan bistînin.

Atê Hesen diyar kiriye ku, weke komîteya pîşesaziya ceng biryar dane daku, kargeheke mezin bo bikar anîna wan paşmayiyan bo çê kirina çek û cebelxaneyan awa bikin.

Nav hatî diyar kiriye ku, ev paşmayiya han dewlemendiyeke nîştimaniye û di sala 2003an de biryar hatiye dayîn ku, ev paşmayiyên han radestî kerta taybet neyên kirin û di destê dewlet de bin û lewre niha me jî biryar daye ku, ev sermayeya nîştimanî bo xizmet kirina welat bikar bînin û bi awa kirina kargeheke mezin wan bo çê kirina çek û cebelxaneyan bikar bîn.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.