Ev teqîn îro danê sibê çê bûne.
Çapemeniya Sûrî belav kiriye ku, îro yekşem danê sibê zû li Dîmeşq û derdorê dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Piştî çend kêliyan ji wan teqînan rejîma Sûriyeyê belav kiriye ku, teqîn di encama êrîşeke mûşekî de pêk hatine û sîstema berevanî ya Sûriyeyê jî kariye gelek mûşek li esmanê beriya bigehêjin cîhên diyarîkirî jinav biriye.
Heta niha derbarê zirarên teqîn û êrîşan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Weke tê zanîn beriya çend rojan Îsraîl dîsa êrîşî ser Dîmeşq û derdorê kiribû û di encam de gelek leşkerên Sûrî hatibûn kuştin û geleke din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin