Amerîka: Em li ser yek xistina hêzên pêşmerge bi îsrarin

dibêje hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Rayedarekî Pentagonê behsa reformên nava hêzên pêşmerge dike.

Rayedarekî wezareta berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) di dema hevdîtinên navbera şanda wezareta berevanî ya Îraqê û rayedarên wezareta berevanî ya Amerîkayê de qala hêzên pêşmerge kiriye.

Ev rayedarê wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihandiye ku, hêzên pêşmerge bo Amerîkayê gelek girîngin û Amerîka li ser yekxistina hêzên pêşmerge û parastina wan ji destwerdanên siyasî biîsrare û Amerîka bi eşkere ev yek jî ji rayedarên herêma Kurdistanê re gotiye.

Ev rayedarê Amerîkî herwiha gotiye Amerîka berdewam dibe li ser hevkarî kirin û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge û lazime hikûmeta Îraqê û wezareta berevanî ya Îraqê jî bi heman awayî hevkariya hêzên pêşmerge bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.