Berpirsên Kurdistan û Tirkiyeyê civiyan.
Îro li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ya di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de, civîneke hevbeş di navbera berpirsên her du aliyan hate lidarxistin.
Di civînê de her du alî behsa qerebalixiya nava deriyê û astengiyên heyî kirin û her du alî li ser çareser kirina astengiyan û nehêştina qerebalixiyê lihev kirin û di demeke nêz de ev kêşeya han tê çareserkirin.
Herwiha her du alî li ser nehêştina rûtîniyatên heyî li deriyê û zêdetir kirina liv û tevgerên bazirganî lihev kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin