Serokê herêmê li gel Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê civiya

tekez li ser parastina pêkhateyan li Kurdistan û Îraqê hate kirin.
کوردستان TV
100%


Behsa rewşa siyasî û çend mijarên din kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Organîzatorkê balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê David Berger civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, danûstandinên heyî bo çareser kirina kêşeyên heyî, rewşa Şingal û pêkhateyên olî hate kirin.

Di civînê de David Berger kêfxweşiya xwe derbarê diyar kirina roja hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de diyar kir û jiber vê pêngavê jî destxweşiya Serokê herêmê kir.

Li hember de jî Serokê herêmê rixmî diyar kirina pêbendiya herêma Kurdistanê bi encamên hilbijartinê spasiya piştîvaniya Amerîka ji hilbijartinên parlementoyê kir.

Her di heman civînê de her du alî li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingal bo normal kirina rewşa Şingalê hemfikir bûn û tekez li ser parastina pêkhateyên olî li Îraq û herêma Kurdistanê de kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.