Serokwezîr li gel balyozê nû yê Brîtanyayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Stephen Hitchens kir.
Me pîrozbayiya destbikar bûnê li balyoz kir û di pîwerdariya nû de hêviya serkeftinê jî jê re xwest û tevahiya piştîvanî û hevkariya hikûmeta Kurdistanê jî bo pere pêdana têkiliyên dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê de diyar kir.
Balyozê Brîtanyayê behsa vê yekê kir ku, ji nêz ve hayedarî xebat û qurbanîdana xelkê Kurdistanê ye bo bi dest anîna mafên xwe yên reva û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.
Reformên kabîneya 9an bi taybetî reformên nava wezareta pêşmerge û girîngî dan bi çareser kirina kêşeyên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de, dabîn kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û pêwîst bûna lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyarîkirî de mijarên din yên civînê bûn ku, têde Konsulusa giştî ya Brîtanyayê li herêma Kurdistanê birêz Rosie Cave jî têde beşdar bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin