Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mihemed Hecî Mehmûd kir.
47 saliya partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê hatiye damezrandin.
Îro 8ê Tebaxê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Sekreterê giştî yê partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye:
Birêz Sekreterê giştî yê partiya sosiyalîsta demokrat ya Kurdistanê Mihemedî Hecî Mehmûd
Bi minasebeta 47 mîn salvegera damezrandina partiya sosiyalîsta demokrat ya Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî we y ên birêz, Serkirdatî û tevahiya endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim û hêviya pêşkeftin û serkeftinê bo we dixwazim.
Partiya sosiyalîsta demokrat ya Kurdistanê xwedan roleke girîng û berçav bûye di nava tevgera rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de û hêvî dikim li gel tevahiya aliyên Kurdistanî yên nîştimanperwer berdewam be li ser berevanî kirin ji mafên reva û destûrî yên xelkê Kurdistanê û destkeftiyên nîştimanî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin