Behsa rewşa deverê û ewlekariya deverê dike.
Duhê Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê ( CENTCOM) Jeneral Michael Kurilla serdana Behreyînê kir û li Mename li gel rayedarên vê welatî civiya.
Di civînan de giftûgo li ser rewşa deverê, parastina ewlekariya deverê û metirsiyên ewlekarî yên li deverê hatiye kirin.
Her di heman civînan de nîqaş li ser hevkarî û hemahengiya leşkerî ya di navbera Behreyîn û Amerîkayê de hatiye kirin.
di civînan de şanda Amerîkî tekez li ser berdewamiya Amerîkayê li ser parastina ewlekariya hevparên xwe yên li deverê de kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin