3 hezar leşkerên din yên Amerîkî gehêştine deverê

di nava karwana han de kopter û balefir jî hene.
کوردستان TV
100%

Li Rojhilata Navîn û Kendavê de tên bicîhkirin.

Li gor nûçeyeke rojnameya Şerq Elewset wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihandiye ku, 3 hezar leşker, avjen û porsinelên leşkerî yên Amerîkî bi mebesta piştîvanî kirina hêzên Amerîkî yên li Kendav û Rojhilata Navîn de, gehêştine deverê.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiriye ku, 24 balefir û kopterên curbicur jî di nava vê karwana han dene.

Weke tê zanîn beriya niha jî Amerîka diyar kiribû ku, bo parastina ewlekariya keştîranî li deverê de keştiyeke din ya cengî yaku, têde balefirên F35 û F16 jî hene şandiye deverê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.