Li gel şandeke Kilîseya Keldanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Patrîk û Serokê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê Cardînal Louis Sacco û şandeke pê re kir ku, ji hijmarek Metranên birêz pêk hatibû.
Di civînê de birêz Cardînal Louis Sacco spas û rêzdariya xwe bo hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir bo pêşwazî û piştîvaniya ku, jê re hatiye kirin û stayîşa rewşa bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên li herêma Kurdistanê de kir.
Di civînê de me jî dilgiraniya xwe derbarê vekêşandina mersûma Serokkomarî ya Îraqê ya taybet bi Patrîk Cardînal Louis Sacco û Kîliseya Keldanî diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku, ev şaştiya han were serrastkirin.
Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê weke hertim navend û stargeha parastina mafên tevahiya pêkhateyên olî û tenîkî dibe û piştîvaniya mesîhiyan dike ku, bi neheq ji aliyê hin aliyên bêberpirsiyar ve rûbirûyê komkujî dibin û berevanî ji mafê tevahiya netewe û pêkhateyên olî dikin li hember guhertina demogirafiya bizorê jî radiwestin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin