Bendava Gome Span sêyemîn bendava mezin ya Kurdistanê ye.
Fermangeha çapemenî û zaniyariyan ya hikûmeta Kurdistanê îro çarşem 2ê Tebaxê ragihand ku, kar kirin di projeya çê kirina bendava Gome Span de berdewame û hêdî hêdî ev bendava h an ber bi xelas bûnê ve diçe.
Hiûmeta Kurdistanê diyar kiriye ku, bendava han dibe sêyemîn bendava mezin ya Kurdistanê û bi xelasbûna karê avakirinê, vê bandoreke gelek mezin li ser rewşa avê ya li Hewlêr û derdorê, kerta xwedî kirina masiyan û kerta çandiniyê li deverê de bike û herwiha dibe çavkaniyeke dahatê bo kerta torîzmê jî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin