Li Îranê 61 kes hatine îdam kirin

sedî 52 ji îdam kiriyan Kurd û belûçin.
کوردستان TV
100%

Di nava mehekê de hatine îdamkirin.

Li gor daxuyaniyeke navenda mafên mirovan ya Îranê, îdam kirina welatiyan ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame.

Navenda mafên mirovan ya Îranê eşkere kiriye ku, tenê di Tîrmehê de herî kêm 61 welatî li bajarên curbicur yên Îranê ji aliyê rejîmê ve hatine îdamkirin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, ji sedî 52ê îdam kiriyan welatiyên Kurd û Belûçin.

Her di nava heman mehê de 4 jin û du welatiyên din yên Efxanî jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.