Serok Barzanî peyameke bo 40 saliya enfal kirina Barzaniyan belav kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane:
Bi navê xwedê mezin
Beriya 40 salan rejîma Bes di hemleyeke nerewa û bêwijdanane de 8 hezar zarok û kalemêrên Barzanî ji temena 9 salî heta 90 salî binçavkir û bi awayeke hovane di nava çolên başûrê Îraqê de komkuj kir.
Ev tawana han beşeke bû ji ev zincîra karesat û qurbanîdanên rêkxistî bi mebesta ji nav birin û helandina zarokên gelê Kurdistanê, her ji wenda kirin 12 hezar ciwanên Feyilî û enfala Gerimiyan û kîmiyabaran kirina Helebce û deverên din yên Kurdistanê bigire heta digehêje guhertina demografî Kurdistanê û wêran kirin û koçbar kirina zorekî.
Mixabin di demekê de ku, 40 sal bi ser vê tawana han re derbas bûye lê hîn jî hizra şovenîstî û xwesteka nehêştina gelê Kurdistanê di nava hizr û kiriyarên hin aliyan de heye ku, ev jî kêşeyeke mezine ya gelê me bûye li gel ev eqiliyeta dijî însanî ku, çavkaniya nearamî û karesatane bo Îraq û deverê.
Di bîranîna enfal kirina Barzaniyan de rêzdariya me bo zarokên gelê me bi taybetî şêniyên deşta Hewlêrê, Herîr û Soranê heye ku, di rojên dijwar de Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û hevkariya wan kirine. Spasiya kesûkarên enfalkiriyan bi taybetî ev dayik û jinên Barzanî dikim ku, salên dûr û dirêj êşa ji dest dana ezîzên xwe kêşane û bûne nimûneya bilind ya berxwedan û exlaqa bilind ya Kurdperweriyê.
Mesûd Barzanî
31 Tîrmeha 2023an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin