Îro 40 saliya enfala Barzaniyane

di enfalê de herî kêm 180 hezar Kurd hatine şehîdkirin.
کوردستان TV
100%

Herî kêm 8 hezar Barzanî hatine enfalkirin.

Beriya 40 salan di roja 31ê Tîrmehê de di çarçoveya tawanên hovane yên li dijî gelê Kurdistanê de, rejîma vê demê ya Îraqê tawaneke din ya dijî însanî pêkanî.

Ev tawana han yaku, rehim bi ti tiştekê nekiriye navê xwe enfale û rejîma vê demê ya Îraqê bo ji nav birina tevgera azadiya gelê Kurdistanê dest bi enfal kirina Barzaniyan weke pêşengên tevgera azadiya gelê Kurdistanê kir û di çarçoveya vê prosesa han de herî kêm 8 hezar Barzanî ku, ji zarok, jin, ciwan û kalemêran pêk hatibûn, ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin û bo Başûrê Îraqê hatine veguhastin û li deverên curbicur yên li Başûrê Îraqê jî bi awayeke zindî hatine binaxkirin.

Heta niha termên gelek ji wan bo Kurdistanê hatine veguhastin lê hîn jî termên gelek enfalkiriyan mane ku, bo Kurdistanê werin veguhastin.

weke tê zanîn prosesa enfalê di destpêka sala 1980an de destpê kiriye û demeke dirêj dom kiriye û di encama vê prosesa han de herî kêm 180 hezar welatiyên Kurd hatine şehîdkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.