Li cem wan 25 kîlo madeyên hişber hebûne.
Birêveberatiya giştî ya nehêştina madeyên hişber belav kir ku, îro yekşem li gor zaniyariyên ku, destê wan ketibûn li dijî bazirganên madeyên hişber dest bi operasiyonekê kirine.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di encama vê operasiyona han de hêzên wan karîne 5 bazirganên madeyên hişber ku, li cem wan 25 kîlo madeyên hişber hebûne binçav bikin.
Ev madeyên hişber ji cureya kirîstal û kaptagon bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin