Behsa rewşa bihevre jiyanê li îraq û Kurdistanê de kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Patrîk û Serokê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê Louis Sacco û şandeke pê re kir.
Di civînê de giftûgo derbarê vekêşana fermana Serokkomariya Îraqê ya taybet bi kilîseya keldanî de hate kirin û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku, gelek girînge Îraq û herêma Kurdistanê jî weke konek bo kom kirina tevahiya pêkhateyan bimînin û hêviya vê yekê xwest ku, Serokkomarê Îraqê jî di demeke nêz de ev kêşeya han çareser bike.
Serokê herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku, bihevre jiyan, hev û du qebûl kirin bawerî û prensîbe û ciwaniya Îraqê jî di vê deye ku, welatê tevahiya pêkhateyan be têde mafê tevahiya aliyan parastî be.
Ji aliyê xwe ve Louis Sacco jî rêzdariya xwe bo piştîvaniyên Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî diyar kir û ragihand ku, ev bi Kurdistanê ku, welatê bihevre jiyanê ye serbilindin.
Nav hatî diyar kir ku, kêşeya ku, li Bexdayê çê bûye ti carî li berdem kar û çalakiyên wan nabe asteng û berdewam dibin li ser berevanî kirin ji Îraqê û bihevre jiyanê.
Rewşa niha ya deşta Nînova û çend mijarên din yên taybet bi rewşa kilîseyan û mesîhiyan mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin