Serok Barzanî li gel şandeke hevpeymaniya Hesim civiya

behsa girîngiya hebûna ramaneke hevbeş ya nîştimanî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Hesim ya Îraqî bi Serokatiya Sekreretê hevpeymaniya han Osame Nocifî kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşhat û pêşkeftinên dawî yên nava prosesa siyasiya Îraqê û madekariyên heyî yên bo hilbijartinên parêzgehan û herwiha gef û astengiyên berdem bihevre jiyan, aştî û pêşkeftinê hate kirin.

Her di heman civînê de tekez li ser pêdiviya derketina ramaneke hevbeş ya nîştimanî di navbera aliyên siyasî yên îraqê û pêbendbûn bi bingehên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihev kirin di birêvebirina welat de hate kirin.

Giftûgo kirin li ser rewşa jiyana xelkê li parêzgehên din yên Îraqê, hemahengî û karên hevbeş di navbera aliyan de hate kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.