Mesrûr Barzanî: Min aliyên têkildar pîwerdar kirin lêkolînê bikin

ev Efser duhê di encama bûyerekê de canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Peyameke sersaxî daya malbeta rayedarekî teqawid ya civata ewlekariyê.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber can ji dest dana rayedarekî teqawid ya civata ewlekariya Kurdistanê Mihemed Mîrza Yûnis Sofî, peyameke sersaxî weşand.

Serokwezîr di peyama xwe de rixmî diyar kirina dilgiraniya xwe ya li hember vê bûyer, hevxemiya xwe bo kesûkarên nav hatî diyar kiriye.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kiriye ku, nav hatî Efserekî biemek û dilsoz bûye û bi wenda kirina wî em xemgînin.

Barzanî herwiha diyar kiriye ku, ev bûyer bi gomane lewre min ferman bi tevahiya dezgeh û aliyên têkildar daye daku, lêkolîneke berfire li ser vê bûyerê bikin û rastiyan eşkere bikin.

weke tê zanîn duhê bişev Efserê teqawid Mîrza Yûnis Sofî di encama bûyereke şewatê de canê xwe ji dest dabû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.