Duhê êrîşî ser karwaneke hêzên polîs yên Îranê hatiye kirin.
Li gor çapemeniya Îranî duhê êwarê li parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya li Başûrê Îranê komên çekdar êrîşî ser karwaneke hêzên polîs yên Îranê kirine.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de herî kêm 4 polîsên Îranî hatine kuştin û gelek polîsên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve Dozgeriya giştî ya li Sîstan û Belûçistanê jî diyar kiriye ku, li deverê de dest bi operasiyoneke berfire hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin