500 hezar bawermend bi rêya Kurdistanê diçin Kerbelayê

hikûmeta herêma Kurdistanê jî amadekariyên pêwîst kiriye.
کوردستان TV
100%

Ev bawermendên han Îranî ne.

Duhê Waliyê Urmiyeyê serdana Hewlêrê kiribû û ji aliyê Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav ve hatibû pêşwazîkirin.

Yek ji mijarên sereke yên civîna navbera Waliyên Hewlêr û Urmiyeyê mijara çûna bawermendên Îranî bû bi rêya Kurdistanê bo Kerbelayê.

Di civînê de Waliyê Hewlêrê ragihandiye ku, hikûmeta Kurdistanê tevahiya amadekariyên xwe bo pêşwazîkirin û birê kirina wan bawermendên Îranî kiriye.

Ji aliyê xwe ve jî Waliyê Urmiyeyê tekez li ser vê yekê kiriye ku, vê îsal zêdetir ji 500 hezar bawermendên Îranî bi rêya Kurdistanê re biçin Kerbelayê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.