Şanda Kurdistanê sibê diçe Bexdayê

prosesa danûstandinê bi başî dimeşe.
کوردستان TV
100%

Giftûgo derbarê mijara bûdce û mûçeyê de dike.

Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Pêşewa Hewramî ragihand ku, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê bûdce û mûçeyê de didomin û di rojên derbasbûyî de şanda Hewlêrê li Bexdayê danûstandinên baş meşandiye.

Pêşewa Hewramî di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantv re ragihand ku, biryare sibê yekşem 23ê Tîrmehê dîsa şanda hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li gel rayedarên hikûmeta federalî giftûgo derbarê mijara bûce û mûçeya herêma Kurdistanê de bike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.