Bêrêzî kirin bi qorana pîroz didome

wezareta derve ya Îraqê jî daxwazek pêşkêşî civata cîhanî dike.
کوردستان TV
100%

Li Danimarkayê jî bêrêzî bi qurana pîroz hate kirin.

Li berdem balyozxaneya Îraqê ya li Danimarkayê komeke kes bêrêzî bi qurana pîroz kirin û hikûmeta Îraqê jî bertekeke tund nîşanî vê kiriyara han da.

Hin jî karvedanên şewitandin û bêrêzî kirin bi quranê li Swêdê bidawî nehatibûn ku, li Danimarkayê jî komeke radîkal bêrêzî bi qurana pîroz kirin û wezareta derve ya Îraqê jî rixmî mehkûm kirina vê kiriyara han daxwaz ji civaka cîhanî dike daku, bihevbeşî sînorek bo wan kiriyaran dane.

Weke tê zanîn beriya çend rojan jî jiber şewitandin û birêzî kirin bi qurana pîroz li Swêdê, li Îraqê xwepîşandanên mezin hatibûn kirin û balyozxaneya Swêdê jî hatibû şewitandin û Swêd jî bi neçarî tevahiya dîplomat, balyoz û karmendên xwe ji Îraqê vegerandibû.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.