Reformên nava hêzên pêşmerge didomin

prosesa reforman weke pêwîst nemeşiyaye.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya.

Duhê bişev Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Matthew Markfarlane kir.

Di civînê de giftûgo li ser reformên nava wezareta pêşmerge û astengiyên berdem vê prosesa han hate kirin û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand ku, rixmî cudatiya hizran û herwiha rixmî hebûna kêşe û arîşeyan prosesa reforman berdewame.

Her di heman civînê de her du aliyan behsa vê yekê kirin ku, prosesa reformên nava wezareta pêşmerge weke ku, bername jê re hatibû danîn nemeşiyaye lewre lazime gavên pêwîst di vê warî de werin avêtin.

Di civînê de ku, Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde amadebû, behsa rewşa giştî ya deverê û têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê jî hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.