Xwedan zêdetir ji 10 berhemên çap kiriye.
Îro çarşem 19ê Tîrmehê Nivîskar û wêjevanê navdar yê Kurd Mehmûd Sebirî yê ku, bi Ewîndarê Xemgîn jî dihat nasîn jiber nexweşiyê di temena 86 salî de bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.
Ewîndarê Xemgîn ku, xwedan zêdetir ji 10 berhemên çapkiriye di warê helbest û wêjeyê de xwedan desteke rengîn û kedeke gelek girîng bû.
Nav hatî li gundê Çetela Kîkan ya ser bi bajarokê Dêrbesiyê di sala 1937an de ji dayik bûye û destpêka xwendina xwe li medreseyan li berdestê meleyan daye destpêkirin û pişt re jî dest bi xwendina zanistî kiriye û li Hesekê xwendiye û bo zanîngehê çûye Dîmeşqê û liwir jî beşê hiqûqê xwendiye.
Ev jî hin ji berhemên çapkirî yê Ewîndarê Xemgîne
1-Nigarên kul û derdên jiyanê(helbest)1996.
2-Nerînek di terazû ya ristên Kurdîde(vekolîn) 1997.
3-Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê yekem) 2000.
4-Hin hest û ramanên netewî û civakî 2002.
5-Geştek li nav baxê ristên Cizîrî(beşê duyem)2003.
6-Doza giran û umîd û xwezga yên tevlihev(beşê yekem).helbest 2006.
7-Doza giran û umîd û xwezgayên tevlihev(birra duyem).helbest2007.
8-Nasnameya Kurdî li sûrya(vekolîn) 2011.
9-Cengên xaçparêzî û şikodarîya berevanîya Kurdî(vekolîn)2013.
10-Salixên merd û zîbayên Kurd (helbest) 2017.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin