Di nava 4 rojan de herî kêm 1000 kes nexweş ketine

ji destpêka hezîranê ve heta niha zêdetir ji 3 hezar kes nexweş ketine.
کوردستان TV
100%

Jiber toz barînê li Îranê nexweş ketine.

Li gor çapemeniya Îranê jiber pêla germiyê û herwiha tozbarînê li başûrê vê welatî di nava 4 rojan de hezar û 47 kes nexweş ketine û bo derman kirinê bo nexweşxaneyan hatine şandin.

Ji aliyeke din ve rayedarên Îranî diyar kirine ku, ji destpêka meha Hezîranê heta niha bi giştî zêdetir ji 3 hezar kesan jiber tozbarînê nexweş ketine.

Herwiha keşnasiya Îranê jî huşdarî dide û dibêje li gelek bajarên başûrê Îranê pileya germiyê bigehêje 51 pileyan.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.