Erdogan: Em bi her awayî piştîvaniya vê projeyê dikin

ev proje ji bedera Fav ya Îraqê destpê dike û digehêje bendera Ceyhanê li Tirkiyeyê.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê Tirkiye bibe hevbeşeke vê projeyê.

Li gor çapemeniya Îraqê di peywendiyeke telefûnî de yaku, duhê di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî de çê bûye, Serokkomarê Îraqê û Serokwezîrê Îraqê behsa projeya cadeya geşepêdanê kirine.

Di vê derbarê de Serokkomarê Tirkiyeyê gotiye ku, vê Tirkiye bibe hevbeşeke sereke ya vê projeyê û bi her awayî jî piştîvanî û piştgîriya vê projeyê dike.

Projeya cadeya geşepêdanê pêk tê ji xeteke şemendeferê ya veguhastina locistîkî û abûrî ji bendera Fav ya Îraqê heta bendera Ceyhanê ya li Tirkiyeyê.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.