Li başûrê vê welatî ji aliyê hêzên deryayî yên Îranî ve hatiye desteser kirin.
Fermandariya hêzên deryayî yên Îranê daxuyaniyek weşandiye û ragihandiye ku, duhê li peravên başûrê Îranê, hêzên wan karîne dest deynin ser keştiyeke biyanî û petrol bi qaçax biriye.
Di daxuyaniya han de her çend behsa ala keştiyê nehatiye kirin lê hatiye gotin ku, zêdetir ji 10 miliyon lître petrola qaçax di nava keştiyê de bûye.
Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ev keştiya han ji aliyê hêzên Amerîkî ve dihate parastin lê hêzên deryayî yên Îranê karîne dest deyinin ser.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin