Erdogan ji gotinên xwe poşman bû

vê di demeke kêm de parlementoya Tirkiyeyê jî vê biryarê erê bike.
کوردستان TV
100%

Tirkiye endamtiya Swêdê li NATO qebûl kir.

Duhê di çarçoveya komcivîna Serokên welatên endam di nava NATOyê de li welatê Litvania, civîneke sê alî di navbera Tirkiye, Swêdê û Sekreterê giştî yê NATOyê de derbarê endamtiya Swêdê li NATOyê hate lidarxistin.

Di civîna han de Serokwezîrê Swêdê û Sekreterê NATOyê karîne Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan razî bikin daku, ji gotinên xwe poşman bibe ku, digot Tirkiye endamtiya Swêdê qebûl nake, û endamtiya Swêdê li NATOyê qebûl kir û di demeke kêm de parlementoya Tirkiyeyê jî vê biryarê erê dike.

Cara dawî her duhê Erdogan gotibû eger NATO dixwaze Swêd bibe endam bila deriyên endamtiya Tirkiyeyê li Yekîtiya Ewrûpayê vekin vê car Tirkiye jî endamtiya Swêdê qebûl dike lê piştî gotinên Erdogan, hem NATO û him jî YE û Amerîka daxuyanî dan û ragihandin ku, endamtiya Swêdê li NATO û endamtiya Tirkiyeyê li YE du mijarên cudane.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.