Liv û tevgerên balefiran li wan deveran didome.
Peyamnêrê me yê li devera Amêdiyê ragihand ku, çend kêliyên beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê li ser esmanê deverê çend caran geriyan û pişt re jî navendên pkkê yên li çiyayê Korejaro ya li hember Şêladizê ya li Amêdiyê bordiman kirin.
Jiber egera bordimanê dengê teqînên mezin hatiye bihîstin û heta niha jî zirarên teqînê nehatine zanîn.
Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, hîn jî liv û tevgerên balefirên şer yên Tirkiyeyê li deverê de didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin