Laşên du terorîstan jî hatine dîtin.
Li gor çapemeniya Îraqê, îro balefirên şer yên Îraqê li parêzgeha Diyala êrîşî ser terorîstên DIŞIê kirine.
Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên leşkerî belav kiriye ku, di encama êrîşên han de navendeke mezin ya terorîstên DIŞIê ya li Elebare ya li parêzgeha Diyalayê hatiye wêrankirin.
Piştî vê êrîşê hêzên leşkerî yên Îraqê jî li deverê dest bi operasiyonê kirine û laşên du terorîstên DIŞIê dîtine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin