Di nava 6 mehan de hatine îdamkirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirov ya Îranê, îdam kirina welatiyan li Îranê didome û bi tenê di nava 6 mehên yekem yên vê salê de 350 welatî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.
Navenda mafên mirovan ya Îranê diyar kiriye ku, li gor 6 mehên sala derbasbûyî rêjeya îdam kirinê îsal sedî 36 zêde bûye û di nava 6 mehên yekem de 350 welatî hatine îdamkirin.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku, çapemeniya Îranê tenê behsa îdam kirina 42 kesan kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin