Îsraîl êrîşeke berfire dijî komên çekdar pêk anî bû.
Wezareta tendirostî ya Felestînê ragihandiye ku, di encama êrîş û operasiyonên artêşa Îsraîlê de yên bo ser bajarê Cenînê herî kêm 10 welatiyên Felestînî hatine kuştin.
Di daxuyaniya wezareta tendirostî ya Felestînê de hatiye diyarkirin ku, di encama heman operasiyon û êrîşan de herî kêm 100 kesên din jî birîndar bûne ku, birîna hinek ji wan gelek girane.
Weke tê zanîn ev du roje artêşa Îsraîlê weke bersifdayîna êrîşên komên çekdar li Cenînê dest bi operasiyoneke berfire kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin