Şêniya devera Pîran ya li devera Barzanê ye.
Wezareta karûbarên olî ya hikûmeta herêma Kurdistanê îro şemî ragihand ku, çaremîn heciyê Kurd li Mekeyê koça dawî kiriye.
Di daxuyaniya wezareta karûbarên olî de hatiye diyarkirin ku, çaremîn hecî, jineke Kurd xelkê Pîran ya li devera Barzanê ye.
Hatiye diyarkirin ku, piştî bi dawî hatina ferîzeyên hecê, ev heciyeya Kurd ku, navê xwe heciye Eyiş Şêx Ebdulahe, wenda bûye û piştî lêgerînan derketiye ku, koça dawî kiriye.
Termê vê heciyeya Kurd li goristana şerayê ya li Mekeyê hatiye veşartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin