Li Îraqê xwepîşandaneke mezin hate kirin

ala Swêdê jî ji aliyê xwepîşanderan ve hate şewitandin.
کوردستان TV
100%

Şewitandina quranê şermezar kirin.

Îro înê li Îraqê li ser daxwaza Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir gelek welatiyên Îraqî li Bexdayê li dijî şewitandina quranê ji aliyê welatiyekî Îraqî ve li Swêdê dest bi xwepîşandaneke gelek mezin kirin.

Xwepîşanderan êrîşî ser balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê kirin û alaya Swêdê jî şewitandin.

Hinek alîgirên Sedir jî gefa vê yekê dikin ku, eger Rêberê tevgera Sedir ferman bi wan bike, amadene biçin Swêdê û tişta pêwîst bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.