Peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Qurbanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi germî cejna Qurbanê li tevahiya Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim, hêvî dikim tevahiya xelkê cejnê di rewşeke aram û asûde de derbas bike.
Bila tevahiya me peyam û wateyên cejnê ji lihev û du xweşbûn, pêkhatin û aştî, bikin derfeteke nû bo nû kirina têkiliyan û rûpeleke nû li gel hev û du vekin.
Gelê Kurdistanê zêdetir ji her tiştekê hêviya vê ji aliyên siyasî dike ku, cejn bikin derfetek bo yekdengî, yekrêzî, aştî û pêkvebûnê, daku, em tevahî bihevre bikarin ber bi pêşerojeke baştir gav bavêjin. Bila tevahiya aliyan bi hawara vê hêviyê ve biçin.
Cejna tevahiya we pîroz be, her sal bi xweşî.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin