Civînên Serokê herêmê li Almanyayê didomin

tekez li ser piştîvaniya civaka navnetewî li Kurdistan û Îraqê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel Sekretera dewletê bo karûbarên abûrî civiya.

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe de yên li gel rayedarên Almanyayê, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Sekretara dewletê li wezareta darayî Francesca Brantner civiya.

Di civînê de ku, balyozê Îraqê yê li Almanyayê jî têde beşdarbû, her du aliyan behsa astengiyên berdem Îraqê bi taybetî yên di warê keş û hewa û kêm bûna avê kiriye û balkêşandine ser wan warên ku, Îraq pêdiviya xwe bi hevkarî û piştîvaniyên navnetewî heye.

Di heman civînê de her du alî li ser hebûna bername û mekanîzmeke goncaw bo rûbirû bûna wan metirsî û astengiyan hemfikir bûne û tekez li ser girîngiya hevkarî kirina Îraqê bi taybetî di warê enerjî, kêm kirina girêdayî bûna abûriya Îraqê bi petrolê û handana kerta taybet ya Almanî bo hêlbirînê li Kurdistan û Îraqê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.